Brad Cooper: Di navbera HSD û Samê de hevdîtinên watedar hene

Dîroka Weşanê :
Brad Cooper: Di navbera HSD û Samê de hevdîtinên watedar hene

PeyamaKurd- Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper derbarê Peymana 10ê Adarê ya navbera hikûmeta Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de axivî.

Fermandarê CENTCOMê Cooper ku hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê jî girêdayî wî ne di vîdyoya ku li ser Peymana 10ê Adarê weşandiye de dibêje, hevdîtinên watedar têne kirin û wê Amerîka piştgiriyê bide.

Cooper got ku hevdîtinên derbarê beşdarbûna HSDê ya li nava artêşa Sûriyê dewam dikin û diyar kir, “Her du alî jî bi biryar in. Îro dema ku ez vê vîdeoyê dikişînim jî, bi HSDê re di mijara entegrasyonê de hevdîtinên watedar dewam dikin.”

Brad Cooper destnîşan kir, Amerîka jî amade ye di vê mijarê de piştgiriyê bide.