PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyê îro, Çarşemê operasyoneke berfireh li navenda Palmîrayê û deverên derdora wê dan destpêkirin. Armanca vê operasyonê, tunekirina şaneyên terorîst ên DAIŞê û herweha girtina hêmanên girêdayî rejîma berê ye.
Çavkaniyeke ewlehiyê ji ajansa North Pressê re ragihand ku operasyon serê sibê dest pê kiriye û bi taybetî kesên girêdayî DAIŞê têne hedefgirtin. Herweha hat destnîşankirin ku hin gumanbar bi rejîma berê re jî têkiliyên wan hene.
Li gorî çavkaniyê, ev operasyon wek bersivek ji ber zêdebûna hebûna DAIŞê li herêmê, êrîşên rêxistinê yên vê dawiyê li ser hêzên ewlehiyê û sivîlan, û herweha giliyên ji raya giştî û agahiyên îstixbaratî yên berhevkirî, hatiye destpêkirin.
Karbidestekî ewlehiyê diyar kir ku "Lêgerîn dê berdewam bike heta ku bajar bi tevahî ji hêmanên terorîst were paqijkirin û ewlehiya tevahî were misogerkirin."