PeyamaKurd- Berdevkê Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) Avichay Adraee, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji kesên li başûrê Lubnanê, bi taybetî li gundên Deir Kifa û Şahur dijîn, xwest ku cihên xwe vala bikin.
Berdevk Avichay Adraee, anî ziman ku ew ê êrîşî tesîsên leşkerî yên Hizbullahê yên li herêmê bikin û nexşeyek jî li ser parvekirina xwe belav kir û wiha got: “Ji bo ewlehiya xwe û ewlehiya malbatên xwe, divê hûn demildest avahiyên li herêma diyarkirî yên ku li ser nexşeyan hatine nîşandan vala bikin û ji wan dûr bikevin.”
Adraee got: “Ger hûn di nav deverên nîşankirî de bimînin, ew we dixe xeterê.”