PeyamaKurd- Serokê Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê Ehmed Yûsif, di ragihandineke medyayî de got ku heke entegrasyon di navbera wan û Hikûmeta Veguhêz de çêbibe hinek metirsiyên wan hene.
Yûsif da zanîn, tevgerên ku Sindoqa Diravan ya Navdewletî (IMF) li navçeya Hikûmeta Veguhêz dike navçeyên wan nagire nav xwe û diyar kir, siyaseteke sindoqê ya hişk heye.
Ehmed Yûsif got, heta ku Sindoqa Diravan ya Navdewletî alîkariyê bide dewletekê, divê ew dewlet hinek mercan pêk bîne û sererastkirina bike.
Yûsif got, têkiliya berpirsên aborî yên li Sûriyê bi Sindoqê re heye û ew pêşbînî dikin ku ji ber siyasyeta hişk ya sindoqê, bandorên civakî yên nerênî yên hevkariya di navbera Sûriyê û sindoqê de hebe.
Ehmed Yûsif diyar kir, sindoq li navçeyên wan ti karan nake, ji ber ew bi Hikûmeta Veguhêz re dide û distîne û da zanîn, eger entgerasyon di navbera wan û Hikûmeta Veguhêz de çêbibe metirsiyên wan hene.
Ehmed Yûsif destnîşan kir, “%90 ji welatiyên Sûriyê di asta hejariyê de ne, dê çawa ev bi bac û pergala hişk ya Sindoqa Diravan ya Navdewletî re bidin û bistînin? Wê çawa welatiyên dahata kêm di asteke mezin de danûstadinê bi pergalên aborî yên hişk re bikin?”
Serokê Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser Ehmed Yûsif ji berpirsên Hikûmeta Veguhêz xwest ku bi awayekî guncaw û baldar bi saziyên wiha re bidin û bistînin.