Li Endonezyayê volkana Semeru teqiya: Hisyarî hat dayîn

Dîroka Weşanê :
Li Endonezyayê volkana Semeru teqiya: Hisyarî hat dayîn

PeyamaKurd- Ji ber teqîna Volkana Semeru ya li eyaleta Java ya Rojhilat a Endonezyayê asta hişyariyê derkete asta herî bilind.

Volkana Semeru ya bi bilindahiya 3 hezar û 676 metreyan ku li eyaleta Java ya Rojhilat a Endonezyayê ye, derdora saet 16.00an bi dema herêmî teqiya. Ewrê tozê ku ji volkanê bilind bû, gihîşt bilindahiya 2 hezar metroyan.

Herikîna arpijên volkanê ber bi jêr ve ji ser zinarê volkanê daketin.

Navenda Volkanolojî û Kêmkirina Metirsiya Jeolojîk a Endonezyayê (PVMBG) ragihand, asta alarma volkanê derxistine asta herî bilind û hat gotin ku perçeyên keviran dikarin ji kraterê bipekin û ji ber vê yekê niştecihên herêmê hatin hişyarkirin ku bi kêmî ve 8 kîlometre ji volkanê dûr bisekinin.

Semeru, yek ji nêzî 130 volkanên çalak ên Endonezyayê ye.