Li Cizîrê li ber edliyê li hev xistin û dadgehê 4 kesan sand zîndanê

Dîroka Weşanê :
Li Cizîrê li ber edliyê li hev xistin û dadgehê 4 kesan sand zîndanê

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navça Cizîrê li ber derê edliyê di êrîşa çekdarî de 6 kes hatin binçavkirin. Di êrîşê de kesê bi navê Mehmet Güzel hat kuştin.

Li ser êrîşê hêzên asayîşê 6 kesan xist binçav lê piştî ew derxistin dadgehê, dadgehê 4 kesan şand zîndanê.

Di roja rûdanê de gumanbar ê bi navê R.B. piştî hat girtin, hêzên asayîşê M.Ş.H, H.B, D.B, N.B. û Y.B. jî xistibûn binçav.

Piştî li asayîşê îfadên wan sitendin, wan birin dadgehê û dadgehê R.B, D.B, N.B. û Y.B, şand zîndanê û H.B. û M.Ş.H. bi şertê kontrola edlî serbest berda.