Îsraîl li Lubnanê li avahiya Hîzbullahê xist

Dîroka Weşanê :
Îsraîl li Lubnanê li avahiya Hîzbullahê xist

PeyamaKurd – Îsraîl li Başûrê Lubnanê li hedefên Hîzbûllahê xist. Îsraîl berê jî bo valakirina hinek ciyan hişyariyê dabû. Ji ber êrîşên Îsraîlê, li Lubnanê hinek belde dibistanên xwe tatîl kirin.

Hêzên Îsraîlê yên bergiriyê (IDF), li Başûrê Lubnanê ji hewa de êrîşê ser ciyên Hîzbûllahê kir. Îsraîlê ragihand:

“IDF, êrîşî avahiyên bingehîn yên Hîzbûllahê dike.”

Medya Lubnanê jî got ku Îsraîl li devera Tire li bajarokê Şehorê li avahiyekî xistiye.

Raste agirbes heye lê ger tevgerekî Hîzbûllah bo Îsraîlê bibe talûke, ew ne di nav peymanê de ye.