Hesda Seibî: Me çekdarekî DAISê yê ji Tirkiyê hatibû girt

Dîroka Weşanê :
Hesda Seibî: Me çekdarekî DAISê yê ji Tirkiyê hatibû girt

PeyamaKurd- Heşda Şeibî ya Iraqê ragihand ku wan li parêzgeha Nînowayê di encama operasyonekê çekdarekî DAIŞê yê ji Tirkiyeyê hatibû herêmê girtiye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hêzên wan îro 19ê Mijdarê li parêzgeha Nînowa operasyonek li dar xistiye û di encamê de çekdarekî rêxistina DAIŞê hatiye girtin.

Hate diyarkirin ku ew çekdarê DAIŞê ji Tirkiyê hatiye nav xaka Iraqê û piştî girtinê ew radestî aliyên pêwendîdar hatiye kirin.