PeyamaKurd- Navenda Mafên Mirovan li Îranê ragihand ku roja Duşem û Sêşemf vê heftdyê rêjîma Îranê li girtîgehfn 9 girtiyên din bidarve kirine.
Li gorî nûçeyê, roja Sêşemî 18ê Mijdarê Seîd Cokar li girtîgeha bajarê Bîrcendê, Mihemedcewad Reşîdî li girtîgeha bajarê Bucnûrdê, Husên Fermanî û Ariya Seîdî li girtîgeha bajarê Meraxê û Armîn Şukrî û 2 girtiyên xelkê Afganî ku nasnameya wan nehatiye zanîn, li girtîgeha bajarê Îsferayinê hatine bidarvekirin.
Herwiha roja 17ê Mijdarê jî Nîma Goderzî li girtîgeha bajarê Durûdê û Xudakerem Merdanî li girtîgeha bajarê Melayirê hatibûn bidarvekirin.