PeyamaKurd- Cîgirê Birêvebirê Nivîsgeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed, li Dihokê di paneleke Korbenda MEPS25ê got: “Em naxwazin êdî wekî rehîne serederî bi fermanberên Herêma Kurdistanê bê kirin” destnîşan kir, “Em amade ne alîkariya Bexdayê bikin, da ku elektrîka 24 saetî hebe.”
Ehmed diyar kir: “Em li Nivîsîngeha Serokwezîr, digel Şîlan Xanê, çavdêriya tîmeke bicihanîna projeyên herî baş ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ku niha ji 200 kesan pêk hatiye.”
Ezîz Ehmed got: “Em amade ne ku bi Bexdayê re hevahengiyê bikin, da ku alîkariya wan bikin ku elektrîka 24 saetî werbigirin, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dabînkirina wê de serketî ye.”
Ehmed da zanîn: “Bernameya me ya duyemîn bankkirina mûçeyên mûçexuran e, da ku pere hebin û deynan werbigirn û bazirganî bi xweşikî û birêkûpêkî bên kirin û heta hikûmet jî piştgiriyê bide wan deynên ku ji bankan tên girtin.”
Ezîz Ehmed ragihand: “Sîstema dabînkirina elektrîkê kevn bû û karûbar ne dîjîtalî bûn û jeneratorên gazê kêmbûna elektrîkê qerebû dikir. Her salê 1.4 mîlyar dolar zirara wê bûn, ku mimkin e ew pere jî ji bo hikûmetê vegere, ji ber vê yekê me rêyeke guncayî ji bo bicihanîna vê dît û Herêma Kurdistanê, ku di 20 salên borî de nekarîbû vê yekê bike, bi Projeya Ronahiyê hat bicihanîn.”
Li sera projeya Hejmara Min jî got: “Me kariye ji milyonekê zêdetir hesabên bankê ji bo Kurdistaniyan vekin. Me ji sektora giştî dest pê kir û me zêdetir ji yek milyon û 200 hezar mûçexurên hene û 700 milyon dolar xerciya pêvajoya dayîna mûçeyan bûn, berî pêvajoya dîjîtalkirina mûçeyan.”
Ehmed da xuyakirin: "Niha 1 milyon kes li 100 cihan dikarin mûçeyên xwe derxin, lê em dixwazin vê hejmarê bigihînin 1000 cihan, da ku xelk hêsantir mûçeyên xwe werbigirin."
Ezîz Ehmed tekez kir: "Em dixwazin wisa bikin ku mûçexurên Herêma Kurdistanê bikarin mûçeyên xwe li her cihekî bistînin, bêyî ku tu kesek bikare wekî rehîneyan serederiyê bi wan re bike da ku bigihîjin armancên xwe yên siyasî."
Berpirsê hikûmetê eşkere kir ku, zêdetirî 550 hezar kesan mûçeyên xwe bi rêya dîjîtalî wergirtine û zêdetirî 500 amûrên ATM hatine danîn. Herwiha li hikûmeta Herêma Kurdistanê 800 kesan lîsta mûçeyan amade dikir, lê niha tenê çar kes vê yekê dikin. Vê yekê jî zexteke zêde li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê kêm kiriye.