PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re axifî. Di axaftinê de behsa pêşdeçûnên li herêmê û têkiliyên dualî kirin.
Erdoğan ji bo Pezeşkiyan got ku rûdanên li Îranê ji nêz de dişopînin û Tirkiye girîngiyê dide îstîqrar û hûzûra Îranê. Her weha Erdoğan got ku ew ti carê îhtîmala mudaxeleya di derve de ya ser Îranê, bi erênî nexwestiye.
Erdoğan xwest ku pirsgirêk di rêya diyalogê de çareser bibin û ev ji aliyê Tirkiyê û dewletên herêmê de girînge. Bo parastina îstîqrara li herêmê fikrên xwe bo hev ragihandin.