PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi seroke Venezula re bi Nikolas Maduro axifî.
Bi sedema serokê DYAyê Trump dibêje ku maddeyên hişbir di ser Venezuelayê de diçin Amerîkayê û wê di bejayiyê de jî mudaxeleyê Venezuelyê bike, Erdoğan bi Maduro re axifî.
DYA berê di deryayê de mudaxeleyê keştiyan kiribû gelek ji wan noqav kiribû. Trump gotibû eger mijar çareser nebe wê di bejahiyê de jî mudaxeleya leşkerî bikin da ber li maddan bigrin.
Erdoğan di axafina xwe de ji Nikolas Maduro re got ku divê rêyên diyalogê bi Trump re vekirî bihêle û xwest ku mijar zûtir çareser bibe.