PeyamaKurd – Li bajarê Mûşê li navça Tîlê (Korkut) fermandarê cendirmeyan yê bi navê usteğmen AliKablan, di oda xwe de dema demança xwe paqij dikir, di qezayê de jiyana xwe ji dest da.
Cenazê Kablan bo topsiyê birin nexweşxana dewletê ya bajarê Mûşê. Piştî otopsiyê cenaze birin alaya cendirmeyan ya Mûşê.
Bo Kablan, li fermandariya cendirmeyan ya bajarê Mûşê merasima fermî hat kirin û cenaze şandin memleketê wî Çorumê.
Di mersaimê de parêzgerê Mûşê û rayedarên bajêr hemû amade bûn.