PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Fransayê bi daxuyaniyeke fermî piştrast kir ku ew piştgiriyê didin rêkeftina agirbestê ya di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de.
Fransayê ragihand ku ew peymana 18ê Rêbendanê ya di navbera Serokê Sûriyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî de wekî gaveke girîng dibînin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Fransa dê piştgiriya xwe ya ji bo hevalbendên xwe yên Kurd û şerê li dijî DAIŞê bidomîne. Her wiha Parîsê tekezî li ser "yekparçeyiya axa Sûriyê" kir.
Ev rêkeftina ku piştî şerên dijwar ên li Tebqa û Dêra Zorê pêk hat, entegrekirina saziyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di nav sîstema navendî ya Sûriyê de amanc dike.