PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Fetî Yildiz ragihand ku lihevkirina Şam û HSDê astengeke li ber pêvajoya aştiyê rakiriye û wê karê Komîsyonê hêsantir bibe.
Serokwekîlên komên partiyên siyasî yên Komîsyona Çareseriyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro Duşemê li ser xebatên bo nivîsandina raporê civiyan.
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz ku di tîma nivîsandina raporê de cih digire, li ser bandora bûyerên dawî yên li Sûriyê li ser pêvajoya çareseriyê axivî.
Feti Yildiz, bal kişand ser bandora lihevkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê li ser pêvajoya li Tirkiyeyê û got ku rewşa Sûriyeyê berê ji bo pêvajoyê wekî asteng xuya dikir lê niha ew jî rabûye.