PeyamaKurd – Piştî zêdebûna fikarên ewlehiyê li ser sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, Hêzên Heşda Şabî ragihand ku wan hêzên xwe yên li herêmê zêde kirine.
Di daxuyaniyeke fermî de hat eşkere kirin ku ji bo xurtkirina sînor û rêgirtin li derbasbûna komên çekdar, Lîwaya 25emîn a Heşda Şabî li ser xalên sînorî yên krîtîk hatine bicihkirin.
Rayedarên Heşda Şabî destnîşan kiri ku ev liv û tevgera leşkerî wekî tedbîreke parastinê ye li dijî her hewldaneke derbasbûna neyasayî ya "hêmanên terorîst".
Hat ragihandin ku li seranserê sînor asta hişyariyê gihîştiye asta herî bilind da ku aramî û ewlehiya herêmê bê parastin.