Rêveberiya Xweser: Kontrola me li ser kampên Tebqa, Reqa û Dêra Zorê nema

Dîroka Weşanê :
Rêveberiya Xweser: Kontrola me li ser kampên Tebqa, Reqa û Dêra Zorê nema

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ji ber êrîşên artêşa Sûriyeyê û komên çekdar, nexşeya kontrolê ya kampên penaberan bi awayekî berbiçav guheriye.

Şêxmûs Ehmed, Hevserokê Ofîsa Karûbarên Koçberî û Penaberan, di daxuyaniyekê de ji bo Rûdawê eşkere kir ku niha tenê 6 kamp di bin çavdêriya wan de mane.

Ehmed destnîşan kir ku kampên giring ên wekî Efrîn û Tuweyhîn (Tebqa), kampên nefermî yên Reqayê, kampa Ebû Heşeb (Dêra Zor) û kampa Erîş (Hesekê) êdî ne di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne. Niha xebatên wan tenê li kampên Hol, Serêkaniyê, Waşokanî, Til Semen, Roj û Newrozê berdewam dikin ku piranî li parêzgeha Hesekê û devera Dêrikê ne.