PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên koalîsyonê ji baregeha Tanef vekişiyane û Firqeya 54emîn a Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê li şûna wan hatiye bicihkirin.
SOHR ragihand ku hemû hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ji baregeha Tanef li Sûriyeyê vekişiyane û ew radestî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê kirine.
Fireqeya 54emîn a Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê li baregeha Tanef û derdora wê hatiye bicihkirin.
Sedema vekişîna hêzên koalîsyonê ji baregehê hîn nehatiye ragihandin.
Baregeha leşkerî ya Tanef li ser sînorê Sûriye, Iraq û Urdunê ye. Hêzên koalîsyonê di şerê li dijî DAIŞê de hatine bicihkirin û ji bo şopandina tevgerên leşkerî û parastina xetên dabînkirinê yên ku dirêjî çola Sûriyeyê dibin, radiusek 55 kîlometre li dora baregehê girtine.