Îdia | DYA wê duyemîn keştiya balafiran bişîne Rojhilata Navîn

Dîroka Weşanê :
Îdia | DYA wê duyemîn keştiya balafiran bişîne Rojhilata Navîn

PeyamaKurd - Hat îdîakirin ku DYA amadekariyên şandina duyemîn komeke êrîşkar a keştiya balafiran bo herêmê dike, wekî beşek ji amadekariyên êrîşeke muhtemel a li ser Îranê.

Sê berpirsên Amerîkî yên ku navê wan nehatiye eşkerekirin, ji rojnameya Wall Street Journal re axivîn û diyar kirin ku rêveberiya Washingtonê şandina keştiyeke din a balafiran bo Rojhilata Navîn difikire.

Berpirsan îdia kirin ku Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) talîmat wergirtiye ku plana şandina duyemîn komeke êrîşkar a keştiya balafiran bo herêmê bike, da ku ji bo senaryoyeke leşkerî ya muhtemel a li dijî Îranê amade be.

Berpirsan îdia kirin ku Serok Donald Trump şandina duyemîn keştiya balafiran bo Rojhilata Navîn difikire da ku heke danûstandinên bi Îranê re bi ser nekevin, ji bo çalakiya leşkerî amade bibe, lê zêde kirin ku hîn fermanek nehatiye dayîn û rewş dikare biguhere.