PeyamaKurd – Balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Îsraîlê Mike Huckabee, bi peyameke lezgîn hişyarî da karmendên balyozxaneyê û malbatên wan ku di zûtirîn dem de ji welat derkevin.
Di e-nameyeke taybet de ku ji aliyê New York Timesê ve hat eşkerekirin, Huckabee destnîşan kiriye ku ev biryar wekî "tedbîreke parastinê" hatiye girtin û bang li karmendan kiriye ku ji bo her welatekî ku ji Balafirgeha Ben-Gurion firîn hene, rezervasyonên xwe bikin.
Balyoz bi awayekî zelal diyar kiriye ku armanca sereke derketina bi lez a ji Îsraîlê ye û ji karmendan xwestiye ku bêyî panîkê, planên xwe yên çûnê îro amade bikin.
Vê biryara balyozxaneyê piştî zêdebûna metirsiyên ewlehiyê yên li herêmê hat. Wezareta Derve ya Amerîkayê bi awayekî fermî destûr da personelên ne-esasî û malbatên wan ku Îsraîlê biterikînin.
Di daxuyaniya fermî ya balyozxaneyê de hat gotin ku ji ber rewşa ne aram a ewlehiyê, ev pêngav hatiye avêtin da ku silamiya karmendên Amerîkî were parastin. Ev hişyariya tund a Washingtonê, ku di 27ê Sibata 2026an de hat ragihandin, di nava raya giştî de wekî nîşaneya kûrbûna krîzeke leşkerî ya nû li Rojhilata Navîn tê nirxandin.
Balyoz Huckabee tekez kir ku ew ê di nava rojê de agahdariyên zêdetir parve bikin, lê ji bo kesên ku dixwazin biçin, girîng e ku demê winda nekin.
Ev pêşkeftina li Îsraîlê di demekê de ye ku li Washingtonê nîqaşên li ser "vebijêrka leşkerî" ya li dijî Îranê germ bûne, ku ev yek nîşan dide ku herêm ber bi qonaxeke pir nazik ve diçe.