PeyamaKurd – Balyozxana Îngîltere ya Tehranê bi sedema “talûkên herêmî û rewşa ewlehiyê” balyozxana xwe ya Tehranê girt û temnamê xebatkarên balyozxanê derxist derveyê Îranê.
Wezareta kar û barên derve ya Îngîltere di ser malpera xwe ya fermî de ji bo hemwelatiyên xwe hişyariya geştê dide lê ji bo Îranê bi temamî hişyariyê da. Di malperê de ji bo xebatkarên balyozxana Tehranê got:
“Ji ber agahiyên talûkeyên herêmê û rewşa ewlehiyê, xebatkarên balyozxana Îngîltere yên Tehranê bo demkî me derxistiye derveyê Îranê. Xizmetên balyozxanê ji dûr de tên kirin.”
Wezaretê û di ser malpera xwe de ragihand ku welatiyên Îngîltere bibin aboneyên e-posta wezaretê, medya xwecîh bişopînin, xwe ji tesîsên leşkerî dûr bixin, plana xwe ya derketina ji welat kontrol bikin û hişyariya çûna ciyê hewandinê bikin hezra xwe û wisa tevbigerin.”
Di wexta çalakiyên serê salê yên Îranê, bi sedema protestoyên li Îranê, Îngîltere car din balyozxana xwe ya Tehranê bo demkî girtibû.