Îran: 'Xwîna fermandarê Hizbullahê li erdê namimîne'

Dîroka Weşanê :
Îran: 'Xwîna fermandarê Hizbullahê li erdê namimîne'

PeyamaKurd - Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê êrîş şermezar kir û di peyamekê de ji bo Fermandarê Giştî yê Hizbullahê yê li Beyrûdê hatî kuştin soza tolhildanê da.

Artêşa Pasdarên Şoreşê daxuyaniyek weşand û mirina Fermandarê Giştî yê Hizbullahê Haysem Tabatabai di êrîşa li Beyrûdê de bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ceneya Berxwedanê û Hizbullaha Lubnanê mafê xwe diparêzin ku tola xwîna şervanên wêrek ên Îslamê hilînin. Bersiveke dijwar li benda terorîstan di wextê diyarkirî de ye."

Artêşa Pasdarên Şoreşê di daxuyaniya xwe de herwiha tekez kir:

"Berevajî xewnên Amerîka, rejîma Siyonîst û hevkarên wan, Eniya Berxwedanê zindî ye. Ji tunekirina berxwedanê dûr, xwîna şehîdan wê agirê hêvî û îradeya gelên azad ên cîhanê û şervanên wêrek ên berxwedanê yên li herêmê bêtir xurt bike."

Çi qewimîbû?

Artêşa Îsraîlê di 23ê Mijdarê de ragihand ku Elî Haysem Tabatabai di êrîşeke asmanî de li başûrê Beyrûdê hatî kuştin.

Tabatababai kesayetiya herî bilind a baskê leşkerî yê Hizbullahê bû û piştî Sekreterê Giştî Naîm Qassem wekî duyemîn kesayetiya herî bi hêz a rêxistinê dihat hesibandin.

Kuştin di dema agirbesta di navbera Hizbullah û Îsraîlê de pêk hat, ku di Mijdara borî de piştî du salan şer hatibû ragihandin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji dema îmzekirina peymana agirbestê ve Îsraîlê bi sedan caran herêm bombebaran kiriye. Heta niha di van êrîşan de zêdetirî 330 kes hatine kuştin.