Partiyên Sunnî yên Iraqê bûn yek: Konseya siyasî ya neteweyî hat ragihandin

Dîroka Weşanê :
Partiyên Sunnî yên Iraqê bûn yek: Konseya siyasî ya neteweyî hat ragihandin

PeyamaKurd – Hêzên serekî yên Erebên Sunnî yên li Iraqê, piştî ku di hilbijartinên 11ê Mijdarê de zêdetirî 65 kursî bi dest xistin, biryar dan ku di bin sîwana "Konseya Siyasî ya Neteweyî" de hêzên xwe bikin yek. 

Di vê hevpeymaniya nû de Partiya Ezîm a Mihemed Helbûsî, Hevpeymaniya Serweriyê ya Xemîs Hencer, Hevpeymaniya Haşimê ya bi serokatiya Wezîrê Parastinê Sabit El Ebasî û Partiya Cemahîriya Neteweyî ya Ehmed El Cibûrî cih digirin. 

Armanca serekî ya vê konseyê ew e ku temsîliyeta Erebên Sunnî di saziyên dewletê de xurt bikin. Lêbelê, çavkaniyên siyasî hişyariyê didin ku berevajî bloka Şîe (Çarçoveya Hevrêziyê) ku bi piranî hevalbendiya Îranê dike, partiyên Sunnî di bin bandora ajandayên cihêreng ên welatên wekî Tirkiye, Urdin û Kendavê de ne, ku ev yek dikare bibe asteng li pêşiya yekgirtina tam a stratejiyên wan.