PeyamaKurd – Medyaya Îsraîlê eşkere kir ku daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo beşdarbûna di Hêza Ewlekariyê (ISF) û Konseya Aştiyê ya Xezeyê de, bûye sedema nakokiyeke tund di navbera Washington û Tel Avîvê de.
Li gorî nûçeyan, Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze Tirkiye di rêveberiya veguhêz a Xezeyê de roleke çalak bigire, lê Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû li dijî vê yekê derdikeve. Di civîna dawî ya li Dohayê de, her çend vebijêrkên wekî şandina leşkeran û fînansekirinê hatibin nîqaşkirin jî, bi daxwaza Îsraîlê rayedarên Tirk nehatin vexwendin.
Tevî nerazîbûna Îsraîlê, Washington hewl dide Enqereyê wekî garantorekî sereke di plana aştiyê ya 20 xalî de biparêze. Tê payîn ku di hefteyên pêş de Amerîka zextê li Tel Avîvê bike da ku Tirkiye bi kêmî ve di warê lojîstîk û fînanse de cih bigire.