PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, di civîna xwe ya salane ya çapemeniyê de ku li Moskowê hat lidarxistin, daxuyaniyên girîng derbarê şerê Ûkraynayê de dan. Pûtîn ragihand ku welatê wî ji bo lihevkirinekê û destpêkirina danûstandinan amade ye, lê tekez kir ku divê bingeha vê çareseriyê li ser şertên ku Rûsyayê di sala 2024an de destnîşan kirine be.
Pûtîn di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa eniyê û îdîa kir ku artêşa Rûsyayê destkeftiyên girîng bi dest xistine. Li gorî gotina Pûtîn, li nêzî bajarê stratejîk Kûpyanskê, zêdetirî 3 hezar û 500 leşkerên Ûkraynayî di dorpêçê de ne. Pûtîn her wiha diyar kir ku artêşa wan li seranserê xeta pêşîn pêşve diçe û "înîsiyatîfa li ser erdê bi tevahî di destê Moskowê de ye."
Serokê Rûsyayê destnîşan kir ku her çend Rûsya ji bo çareseriyeke siyasî deriyên xwe venekirî bihêle jî, heta niha ji aliyê Ûkraynayê ve tu gaveke cidî û îradeyeke berbiçav ji bo aştiyê nedîtine. Pûtîn her wiha anî ziman ku xebatên wan ên ji bo avakirina "herêmeke ewle" li ser sînorên Rûsyayê bi biryardarî berdewam dikin.
Ev daxuyaniyên Pûtîn di demekê de tên ku li gelek eniyên şer pevçûnên dijwar berdewam dikin û çavên cîhanê li ser vebijêrkên agirbestê ne.