Ji Brîtanyayê hişyariya Iraqê bo hemwelatiyan: Neçin!

Dîroka Weşanê :
Ji Brîtanyayê hişyariya Iraqê bo hemwelatiyan: Neçin!

PeyamaKurd- Wezareta Derve ya Brîtanyayê welatiyên xwe hişyar kir ku ji ber gefên berdewam ên ewlehiyê li sînoran geştê bo Iraqê nekin.

Di hişyariya Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihandiye ku bi ti awayekî geştê nekin navçeya Curf Sexir li parêzgeha Babilê, herwiha ji bo çend parêzgehên din ên wekî Nînowa, Selahedîn, Kerkûk û piraniya navçeyên li Diyala û Enbarê û taxa Sedr City li Bexdayê.

Hate diyarkirin ku ji deverên di nav pênc kîlometreyan de ji sînorên Iraqê yên bi Îran, Erebistana Siûdî û Kuweytê dûr bikevin.

Wezaretê got ku mecbûr nebin neçin Bexdayê, piraniya parêzgehên Besrayê û çend parêzgehên din ên başûr û navendê.

Hêjayî gotinê ye, ev hişyarî piştî gefên Amerîkayê bo êrîşkirina ser Îranê hatiye dayîn.