PeyamaKurd- Hate ragihandin ku ji ber êrîşên berdewam ên komên girêdayî Şamê li gundewaran pêleke nû ya koçberiyê ber bi bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ve hatiye.
Li gorî çavkaniyên bajêr hejmara niştecihên bajêr ku di bin dorpêçeke giran de ye, niha 600 hezar derbas kiriye.
Li gorî agahiyan rewşa bajêr niha gihîştiye esteke karesatbar û pêdivîyên herî bingehîn ên jiyanê peyda nabin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand: “Îro bi dehan malbatên aware yên Efrînê û yên ji deverên Tebqa û Reqayê hatine, ber stargehên demkî li Kobaniyê. Ew malbatên ku ji ber rewşa ewlehiyê û debara jiyanê ya dijwar reviyane niha ji ber sermayê û nebûna pêdiviyên bingehîn rûbirûyî rewşeke dijwartir bûne.”