Li Manisa traktor û kamyon li hev ketin: 2 mirî û 5 birîndar

Dîroka Weşanê :
Li Manisa traktor û kamyon li hev ketin: 2 mirî û 5 birîndar

PeyamaKurd – Li Anedolê li bajarê Manisa li navça Akhisarê traktor û kamyon li hev ketin û di encamê de 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li ser qezayê ajotvanê kamyonê xistin binçav. Dema tîmên pêwendîdar çûn ciyê bûyere dîtin ku rêwiya li ser traktorê ya bi navê Gülcan G. (46) li ciyê bûyerê can daye.

Ajotvanê traktorê E.G. û 5 kesên di romorka traktorê de bi ambûlansan birin nexweşxanê. Li nexweşxanê jina bi navê Ümmü Gülsüm G. jî can da.

Hat ragihandin ku kesên di traktorê de bûn karkerên zeytûnan bûn û diçûn da zeytûnan biçinin.