Serokwezîr Merz: Ji bo ser biqede divê Ûkrayna erê bike

Dîroka Weşanê :
Serokwezîr Merz: Ji bo ser biqede divê Ûkrayna erê bike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Merz li bajarê Johannesburgê yê Komara Afrîka Başûr di çarçova zîrwa G20an de, bo rojnamevanan şiroveyan kir

Serokwezîre Almanya Friedrich Merz di zîrva G20an de axifî û got ku şerê Rûsya û Ûkraynayê tenê b erêkirina Ûkraynayê dikare bi dawî bibe û encamên şer dê li temamê Ewrûpayê bandorê bike. Bo şer bi dawî bibe her weha erêkirina Ewrûpayê jî şerte.

Merz got ku di civîna ewilî ya xebatê de, bi welatê tevlî civînê bûn re, hevdîtin baş derbas bûne û ji bilî wê jî bi YE, Kanada, Japonya û bi nûnerên welatên Ewrûpa re gelek civînan kiriye.

Bi hev şêwirîne bê çawa karin êrîşên ser Ûkraynayê bi dawî bikin û wê bi nûnerên E3 re (Fransa, Almanya, Îngîltere) û Ewrûpa re, wê şêwrên di mijarên din de jî bikin. Merz got ku wê hukumeta DYA û nûnerên Ûkraynayê li Cenevre bi hevre şêwrê bikin. Merz gotina xwe weha bi dawî kir:

“Ev şer tenê bi erêkirina Ûkrayna û ya me, bi erêkirina Ewrûpa dikare biqede.Ji ber ev şerekî li ser axa Ewrûpaye.”