PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê bi sedema Hamasê agirbesê îhlal kiriye li Xezzayê êrîşên hewayî pêkanî. Ofîsa serokwezîr ya Netenyahu ragihand ku di wexta operasyonan de ji Hamasê 5 endamên di asta bilind de hatine kuştin.
Wezareta tenduristiyê ya Xezzayê ragihand ku di dema operasyonan de 24 sîvîl mirine. Di daxwuyaniyê de hat gotin:
“Îhlal agirbesê ya ji aliyê Hamasê de nayê qebûlkirin. Îsraîl bo hemwelatiyên xwe û sînorên xwe biparêze, wê pêngavên pêwist bavêje.”