Li Şamê diziyeke dîrokî: Peykerê ku diyariya Papayî bû hat dizîn

Dîroka Weşanê :
Li Şamê diziyeke dîrokî: Peykerê ku diyariya Papayî bû hat dizîn

PeyamaKurd – Li paytexta Sûriyeyê bajarê Şamê, peykerê Saint Paul (St. Paul) ê ku nirxekî mezin ê olî û dîrokî lê bar kiribû, ji aliyê kesên nenas ve hat dizîn. Ev peyker di sala 1999an de wekî diyariyek ji aliyê Serokê Vatîkanê Papa Yûhenna Pawlosê Duyemîn ve hatibû pêşkêşkirin.

Rêveberiya Ragihandinê ya Şamê di daxuyaniyekê de diyar kir ku peykerê li herêma Bab Kisan, ji Dêra Manastira Saint Paul hatibû dizîn. Li gorî lêkolînên destpêkê, tê bawerkirin ku dizan ji bo ku peyker ji madenê sifir (copper) hatibû çêkirin, dest danîne ser û bi mebesta firotina madenê birine.

Papa Yûhenna Pawlosê Duyemîn di sala 1999an de ev peyker diyarî dêrê kiribû. Di sala 2001an de jî heman Papa bibû yekemîn Papayê cîhanê ku serdana Mizgefta Emewiyan a li Şamê kiribû. Ev peyker wekî sembola diyaloga olan û peywendiyên dîrokî yên li Şamê dihat dîtin.

Hêzên ewlehiyê yên Şamê ragihandin ku wan ji bo dîtina peyker û girtina dizan lêpirsînek daye destpêkirin, lê heta niha tu kes nehatiye girtin.