Lubnan û Qibrisê peymana dîrokî ya sînorê deryayî îmze kirin

Dîroka Weşanê :
Lubnan û Qibrisê peymana dîrokî ya sînorê deryayî îmze kirin

PeyamaKurd – Lubnan û Rêveberiya Qibrisa Yewnanî, îro Çarşemê piştî demeke dirêj a danûstandinan, peymana diyarkirina sînorên deryayî îmze kirin. Ev rêkeftin wekî pêngaveke stratejîk tê dîtin ku dê rê li ber lêgerîna çavkaniyên gaz û petrolê yên li Deryaya Spî û hevkariya enerjiyê veke.

Merasîma îmzekirinê li Koşka Serokatiyê ya Lubnanê bi amadebûna Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun û Serokkomarê Qibrisê Nikos Christodoulides pêk hat. Serokê Qibrisê ev peyman wekî "dîrokî" bi nav kir û diyar kir ku ew pirsgirêkeke ku bi salan e li benda çareseriyê bû bi dawî dike û dê bibe sedema kûrkirina pêwendiyên di navbera Lubnan, Qibris û Yekîtiya Ewropayê de.

Her çiqas her du welatan di sala 2007an de rêkeftineke destpêkê kiribûn jî, ji ber nakokiyên navxweyî ev peyman ji aliyê Parlamentoya Lubnanê ve nehatibû qebûlkirin. Piştî ku Lubnanê di sala 2022yan de bi navbeynkariya Amerîkayê sînorê xwe yê deryayî bi Îsraîlê re diyar kir, niha bi vê pêngava nû tenê Sûriye maye ku sînorên deryayî pê re nehatine xêzkirin.

Rayedarên Lubnanî hêvî dikin ku ev rêkeftin bibe deriyek ji bo vedîtina rezerva gaz û petrolê, da ku dahata welat zêde bibe û ew bikaribin serî bi qeyrana giran a aborî û kêmbûna elektirîkê re derxînin ku ji sala 2019an ve welat hejandiye.