PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro 26ê Mijdarê li Pîrmamê bi Sekreter û endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurd - Sûriyeyê (PDK-S) re civiya.
Baregeha Barzanî bi daxuyaniyekê ragihand ku di civînê de dîtin û nerîn li ser rewşa siyasî û pêşketinên dawiyê yên Sûriyeyê bi hev hatine guhertin.
Hate diyarkirin ku di civînê de tekezî li ser yekrêzî, tebayî û siyaseta hevpar di navbera aliyên Kurdî yên li Sûriyeyê de û li gorî awayê diyalog û hevfêmkirina di navbera aliyên Kurdî û hikûmeta Sûriyeyê de hat kirin.