PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, vekirina konsulxaneya herî mezin a Amerîkayê li cîhanê li Hewlêrê, peyameke zelal e li ser kûrahiya pêwendiyên di navbera Hewlêr û Washingtonê de.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 26ê Mijdarê ji rojnamevanan re behsa giringiya avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê kir û got: "Vekirina mezintirîn Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê, nîşaneyeke zelal e li ser hêz û pêwendiya baş a ku di navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de heye."
Serokwezîr Barzanî diyar kir, avakirina vê konsulxaneyê nîşaneya wê yekê ye ku Amerîka dixwaze li vir bimîne û got: "Ev nîşaneyeke zelal e ku ew bi niyaz in û em hêvîdar in jî berdewam bin li ser wê yekê ku em zêdetir karibin alîkariya hev bikin ji bo bidestxistina armancên me yên hevbeş."
Wezareta Derve ya Amerîkayê doh 25ê Mijdarê ragihandibû, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Birêvebirin û Çavkaniyan Michael Rigas dê serdana Hewlêrê bike, da ku Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya nû li Hewlêrê veke.
Hatibû diyarkirin ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Birêvebirin û Çavkaniyan dê ji roja 27ê Mijdara 2025ê heta 5ê Kanûnê dest bi geşta xwe ya ber bi Tirkiye, Iraq û Îsraîlê bike û dê serdana Bexda, Hewlêr û Orşelîmê bike.
Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere kir, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê dê li Iraqê bi rayedarên Iraqî re bicive, dê serdana dezgehên dîplomatîk ên Amerîkayê bike û dê Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya nû li Hewlêrê veke.