PeyamaKurd- Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen, li Parlamenoya Ewropayê (PE), li ser plana aştiyê ya ji bo Ukraynayê axivî û destnîşan kir, "ji bo Rûsyayê, Ukrayna gava yekemîn a lîstikeke mezintir e."
Von der Leyen got, "Peymana aştiyê ya bi Rûsyayê re tê wateya bi awayê mayînde ji nû ve xêzkirina nexşeyan. Ev, vegera li ser sîstema hêza mezin û qadên bandorê ye."
Leyen bi bîr xist ku şerê êrîşkar ê Rûsyayê zêdetirî 3,5 sal in berdewam dike û dema ku di muzakereyên aştiyê de pêşveçûnek cidî çêbibe, şîdet zêde dibe.
Von der Leyen da zanîn, lîstika Rûsyayê ji destpêkê ve neguheriye û Kremlîn bawer dike ku dikare Ukrayna, Ewropa û hemû hevalbendên wan di demek dirêj de biwestîne, loma jî divê Ewropa zexta li ser Rûsyayê bidomîne heya ku aştiyek adil û mayînde pêk were.