PeyamaKurd- Daîreya Karûbarên Mayînan a Wezareta Jîngehê ya Iraqê ragihand ku ji 2003yan ve zêdetirî 4 hezar û 500 kîlometre axa Iraq û Herêma Kurdistanê ji mayînan hatiye paqijkirin.
Berpirsê Ragihandinê yê Daîreya Karûbarên Mayînan a Wezareta Jîngehê ya Iraqê Mistefa Hemîd, eşkere kir ku 2 hezar û 300 kîlometre axa Iraqê ya bi mayînkirî maye ku nêzîkî 200 kîlometreyan li sînorê Herêma Kurdistanê ye.
Mistefa Hemîd got, “Ji sala 2003yan ve zêdetirî 4 hezar û 500 kîlometre axa mayînkirî hatiye paqijkirin.”
Hemîd diyar kir, mayîn curbicur in û yên herî diyar jî mayînên dijmirov û dijtank in ku bêhtir li sînorên Îranê û parêzgehên başûr hene û yên serdema şerê Îran-Iraqê ne. Herwiha bi sedan paşmayên şerên piştî 2003yan û serdema şerê DAIŞê jî hene.
Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mayînan a Herêma Kurdistanê û Daîreya Karûbarên Mayînan a Iraqê, 9ê Tebaxa 2023yan di merasîmekê de li Bexdayê plana stratejîk a hevpar a niştimanî ya ji bo bernameya karûbarên mayînan û paqijkirina axê ji mayîn û paşmayên şer ragihandibû.
Mistefa Hemîd da zanîn, di kar û komkirina daneyan de hevahengiya wan bi Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mayînan a Herêma Kurdistanê re heye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ji sala 2003yan ve zêdetirî 30 hezar kesan ji ber teqemenî û paşmayên din ên şer mirine yan jî birîndar bûne.