PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku yekji garantorê peymana navbera HSD û Şamê ye, bi rêya telefonî pêwendî ligel Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera pêk anî.
Hate ragihandin ku Macron ji bo rêkeftina li gel HSDê Ehmed Şer pîroz kir û ragihand, "Pêwîst e rêkeftin bê bicihanîn."
Li gorî ragihandina Serokomariya Sûriyeyê, di pêwendiyê de rûdanên dawî yên li herêmê hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan bal kişand ser girîngiya piştevaniya pêvajoya siyasî û çespandina aramiyê.
Li gorî daxuyaniyê, di pêwendiyê de behsa "rêkeftina berfireh" a navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hate kirin û Emmanuel Macron kêfxweşiya xwe ji bo vê rêkeftinê nîşan da û diyar kir ku pêwîst e rêkeftin bi awayekî ku yekparçeyî û serweriya axa Sûriyeyê biparêze were bicihanîn.
Serokê Fransayê herwiha pabendiya welatê xwe ya ji bo berdewamiya hevahengiyan di çarçoveya piştevaniya Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê de nîşan da.
Macron destnîşan kir, Fransa dê di qonaxên pêkanîna aramî, dadperwerî û pêvajoya jinûveavakirina welat de alîkar be.