Meclisa Tirkiyê qanûna trafîkê qebûl kir: Cezayê giran bo ajotvanan danîn

Dîroka Weşanê :
Meclisa Tirkiyê qanûna trafîkê qebûl kir: Cezayê giran bo ajotvanan danîn

PeyamaKurd – Meclisa Tirkiyê qanûna nû ya bo trafîke qebûl kir. Qanûn piştî di rojnama fermî de bê weşandin dê dest bi bicîhkirina qanûn bikin. Xalên qanûna nûh weha ne:

-Belgeyên ajotinê yên ji ajotvanan sitendine, piştî ajotvan perê cezayê îdarî bidin, dê belga wan paşde bidin wan.

- Eger di qezayê de mirin hebe an birîndarî çêbûbe, ajotvanê bê îzan polîs ji ciyê bûyerê here, wê dadgeh karibe heya sê salan cezayê zîndanê bide.

- Kesên jimara ereba xwe bi zanîn biguhêre an ku plakayekî din ya sexte bi erebê ve deyne an bike ku jimara ereba wî nayê xwendin, wê 140 hezar lîreyê Tirkiyê ceza bide û 30 roj jî dê erebe nikaribe derê rê.

-Ajotvanên di jîngehan de, eger leza wan ji 66 km.yan derbas bibe, wê belga ajotina wan bo 90 rojan ji destê wan bigrin.

-Erebeyên barhilgir yên mafê barê wan ji 3,500 kîloyan zêdetir be, divê takometreyên wan hebe û ajotvanên rêwiyên wan ji 17an zêdetir bin, divê taksimetra wan hebe.

-Eger ajotvan di jîngehan de her cara ku leza erebê 46-55 zêdetir be, bo her carê 30 roj, eger leza wê ji 56-65an zêdetir be, bo her carê 60 roj, eger ji 66 km yan zêdetir be, her carê wê 90 roj ehliyeta wan ji wan bistînin.

- Ew erebeyekên ku mafên wan hene bikevin berya her erebeyê yên weka ambulans, îtfaiye, yên diçin vemirandina agirên daristanan, eger rê nedin wan, wê 15 hezar lira cezayê îdarî bidin wan.

-Di trafîkê de bi sedema êrîşê kesê erebeyekî dinê taqîb bike an bi vê armancê kesê ji erebê dakeve, wê 180 hezar cezayê pere bidin wan. Ehliyeta wan wê ji bo 60 rojan ji wan bistînin ereba wan ji bo 30 rojan ji derketina trafîkê re qedexe bikin.

-Eger ajotvan, di ereba xwe de guherînekî ku der û dora xwe aciz bike, an qelebalixê bike, wê 16 hezar lira ceza bidin ajotvan.

-Ajotvan dema erebê dajo, eger telefona dest bikar bîne, wê cezayê 5 hezar lîrayî bidinê.

-Eger ajotvan di lemba sor de derbas bibe û bibe sedema qeza trafîkê, wê ehliyeta wî ji bo 60 rojan jê bistînin. Dema roja cezayê biqede, wê di kontrola derûnî de derbas bibe û eger pirsgirêka wî ya derûnî tinebe, wê ehliyeta wî bidinê.

-Eger ajotvan bi erebeyan re bikevin pêşbirkê, 46 hezar ceza û 2 salan jî wê ehliyeta wî jê bistînin.

- Eger ajotvan bisiklet, skuter a bi elektrîkê, bisikleta bi motor, di rêya peyayan de herin, wê 5 hezar lira ceza bidin.

- Di şertên berfê û cemedê de, kamyon, otobus an erebên ku erebên din dikşînin, divê zincîra wan ya berfê hebe, bikarbîne an daîma bo bikaranînê amade be.