PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li navça Pazarcıkê jina bi navê Alev Koç (39) bi sedema mêrê wê kir bahane ku dixwaze dev ji mêrê xwe berde, mêrê wê Hasan Hüseyin Subaşı di nava erebê de ew fetisand.
Rûdan, li Narlı ya Pazarcıkê do êvarê qewimî. Alev Koç 4 an 5 mehe ku bi Hasan Hüseyin Subaşı (52) re ye. 2 zarokên Alev Koç hene lê wexta xwest dev ji hevaltiya an jinantiya Subaşı berde, ket ber êrîşa Subaşı.
Piştî fetisandina jinê, Subaşı cesedê jinê di nav erebê de hişt û çû edliya Dîlokê (Gaziantep) teslîm bû û sûcê xwe îtîraf kir.
Li ser Subaşı agahiyan da dadgehê, tîmên cendirmeyan li ciyê ku Subaşi destnîşan kir, dîtin. Cenazê Alev Koç birin Tib a Edlî ya bajarê Maraşê. Cenazê Alev Koç ji Tiba Edlî birin Mala Cemê ya Narlıyê.
Di merasima cenaze de bi tevlîbûna her 2 zarokên wê û mirovên wê, sipastin xakê.
Dadgehê, Hasan Hüseyin Subaşı şand zîndanê.