Parêzgeha Hewlêrê bi sedema meha Remezanê hinek biryaran da

Dîroka Weşanê :
Parêzgeha Hewlêrê bi sedema meha Remezanê hinek biryaran da

PeyamaKurd – Despêka meha Remezanê nêz bû û Herêma Kurdistanê, her bajêr li gor rewşa xwe tedbîrên ewlehiyê, xwarinan, nexweş û gelek mijarên din dibînin. Di vê çarçovê de, parêzgeha Hewlêrê bi serpereştiya Parêzger Umîd Xoşnaw civînekî li dar xist û biryaran da.

Di nava biryarên tedbîrî de ev xal hene:

- Wexta xebata memûr û karkerên dewletê, seetekî daxistin an ku kêm kirin. Xebat wê seet di 09.00an de destpêbike.

- Kontrola bazarê, bihayên eşyayan û tedbîrên ewlehiyê derxistin asta herî bilind. Kesên bihayê xidayan zêde bikin, wê derfetê nedin wan.

- Qeymeqamî û şaredariyên navçan û yên nava bajêr, dê bi kontrola komîsyonan, bihayê eşyayên bazarê kontrol bikin.

- Xebata di mizgeftan de hat zelalkirin. Mizgeft, dê tenê 10 rojên ewilî de, di pêvajoya Şeva Qedrê de jî wê karibin heya limêja sibê vekirî bimînin.

- Limêja terawîhan û merasimên din yên dînî, tenê melayên ku bi fermî hatine tayînkirin dê karibin bidin kirin. Kesên îzna wan nebe, dê nikaribin merasimên olî bikin.

- Ji bo parastina tenduristiya xelkê, di destpêka ketina nava bajaran de, noqteyên asayîşê û kontrolê wê kontrolên xwe zêde bikin. Ew xidayên ku roja wan ya xwarinê qediyaye an ku derbas bûye, dê nehêlin bikevin bajaran.

- Li navenda bajêr û yên derveyê bajêr, depoyên xidayan, market, dermanxane û navendên bazirganî wê nîzamî bên kontrol kirin.

- “Bazarên Şevê yên Remezanê” ku tenha ji aliyê şaredariya Erbîlê de tên lidarxistin, dê îsal bêhtir bi rêk û pêk be û ji bo xizmetên baş bike, tedbîr hatine sitendin.

- Mezbaha Erbîlê ya nûjen, wê bi yekîneyên veterîneran ve, bo serjêkirina heywanan û ewlehiya xidayan dê bi temamî bixebite.