PeyamaKurd – Rûsya platforma gihandina peyaman ya WhatsAppê asteng kir. Di şûna WhatsAppê de dewletê platforma bi navê Maxê çêkiriye û xist şûn WhatsAppê. Di Telegramê de jî lezê kêm kir û cezayê pere dayê.
Sedema dayîna biryarê reqabeta navbera şîrketên Rojava û şîrketên Rûsya ye lewra dezgeya înternetê ya Rûsyayê Roskomnadzor di 11 Sibat. 2026an de vê biryarê da.
Li Rûsyayê li dora 100 milyon kes WhatsAppê bikartînin lê niha dikarin di rêya VPN de platformê bikarbînin.
Rûsya dixwaze şîrketa Metayê li pey yasayên Rûsyayê here lê li aliyê dinê jî dixwaze welatî Maxê bikarbînin.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku eger Meta li gor qanûnan tevbigere û bi rayedaran re diyalogê bike, dibe ku car din xebatên xwe li Rûsyayê dewam bike lê eger tewrê tund yê rayedarên WhatsAppê dewam bike, ti şanesekî wan yê dinê nîne.
Rayedarên WhatsAppê dibêjin ku sedema astengkirina platformê ne dezenformasyon û hîlebaziyê, Rûsya dixwaze welatî tenê platforma Rûsyayê, Maxê bikarbînin.
Platforma Maxê ji aliyê hukumeta Rûsya de hat destekkirin û destek dewam dike, ne tenê platforma peyaman lê dikare karên bankayan, xizmetên fermî (Gosuslugi), piştrastkirina dîjîtal ya nasnameyan temamê wan di bin sîwana yek platformekî de civandiye.