Di ‘Konferansa Bijîşkî ya Kurdistanê’ de ‘Hişê Çêkirî’ hat nîqaşkirin

Dîroka Weşanê :
Di ‘Konferansa Bijîşkî ya Kurdistanê’ de ‘Hişê Çêkirî’ hat nîqaşkirin

PeyamaKurd- Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê, Konferansa Zanistên Bijîşkî berdewam dike. Di konferansê de wekî mijara sereke teknolojiya hişê çêkirî (AI) hate nîqaşkirin.

Sazkarê konferansê Dr. Tişk Nûrî Şaweys û pisporên beşdar bal kişandin ser girîngiya entegrasyona teknolojiyê di perwerdeya bijîşkiyê û xizmetên tenduristiyê de.

Hat destnîşankirin ku hişê çêkirî bi taybetî ji bo teşxîsa zû ya nexweşiyên wekî penceşêrê, başkirina tenduristiya jinan û peydakirina çareseriyên bijîşkî li herêmên dûr ên ku bijîşk lê kêm in, xwedî roleke krîtîk e.

Pisporan derbarê rîskên vê teknolojiyê de jî hişyariyên girîng dan. Pisporê Hişê Çêkirî Dr. Aras Esad diyar kir ku AI carinan dikare agahiyên şaş yan jî "halusînasyonan" hilberîne, lewma divê bijîşk û xwendekar daneyên ku bi dest dixin teqez bi çavkaniyên zanistî piştrast bikin.

Di konferansê de hate tekez kirin ku her çend hişê çêkirî di keşfa dermanên nû û pêşbînkirina nexweşiyan de lezeke mezin bide cîhana bijîşkiyê, lê kontrola mirovî û rastbûna daneyan ji bo silayetiya nexweşan şertekî jiyanî ye.