PeyamaKurd- Wezareta Pêşmerge ragihand ku alîkariyên darayî yên hevpeymanan ji bo meha yekê ya sala 2026ê ketiye ser hejmara Wezareta Pêşmerge.
Wezaretê da zanîn ku ji aliyê rêveberiya giştî ya bûdçe û bernameyan (Jimêryariya Leşkerî) rêkarên darayî û jimêryariyê-hesabdariyan hatine encamdan bo vê armancê roja şemiyê 14ê Sibatê dest bi dabeş kirinê tê kirin.
Hejmara alîkariya ji bo Pêşmerge vê care 71,000 dînar e û biryar e ku roja Şemiyê were belavkirin, meha 12ê jî mîqdara pere 76 hezar dînar bû.