PeyamaKurd- Parlamentoya Ewropayê îro 12ê Sibatê bi piraniya dengan (363 deng) biryarnameyeke taybet li ser rewşa bakur û rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) pejirand.
Parlamentoyê bi tundî tundûtûjiyên li herêmê şermezar kirin û hişyarî da ku kiryarên wekî armanckirina sivîlan, windakirina bi zorê, koçberkirina kurdan û şêwandina terman binpêkirinên xeternak in û di asta "tawanên şer" de ne.
Di biryarnameyê de bang li Hikûmeta Sûriyeyê hat kirin ku mafên siyasî û çandî yên Kurdan di destûra nû ya welat de misoger bike û tekezî hat kirin ku bêyî îtirafkirina bi mafên kurdan, aramî û îstiqrara Sûriyeyê ne pêkan e.
Di biryarnameyê de girîngiyeke taybet bi peymana vê dawiyê ya di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hate dayîn û banga parastina mafên perwerdehiyê yên bi zimanê dayikê hat kirin.
Parlamenteran herwiha hişyarî dan Tirkiyeyê ku xwe ji her destwerdaneke leşkerî ya ku agirbestê têk bide dûr bigire. Parlamentoyê tekez kir ku parastina mafên hemû pêkhateyan, bi taybetî Kurd, Ereb, Mesîhî û Êzidiyan, şertê bingehîn ê veguhastineke siyasî ya dadperwerane ye li Sûriyeyê.
Parlamentoya Ewropayê herwiha nîgeraniya xwe li ser biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji herêmê anî ziman û bal kişand ser xetera serhildana careke din a DAIŞê. Di biryarnameyê de rola şervanên Kurd, bi taybetî ya jinan, di têkbirina DAIŞê de bilind hate nirxandin. Parlamenterên Ewropî bang li welatên endam kirin ku welatiyên xwe yên di kampên Hol û Rojê de werbigirin û daxwaz kirin ku her têkiliyek bi rejîma Sûriyeyê re, bi mercê pêşketina di warê mafên mirovan û parastina kêmneteweyan de be.