PeyamaKurd- Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan HRANAyê ragihandin ku îro 12ê sibatê rejîma Îranê zêdetirî 13 girtî li girtîgehên seranserî Îranê bidar vekirine ku navê 13 kes ji wan hatine tomar kirin.
HRANAyê navê 13 kesên hatine tomarkirin û cihê darvekirina wan eşkere kir.
Li gorî raporê; Areş Dawerî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bûşêhrê, Seîd Adîne li girtîgeha rêjîmê li bajarê Şehrê Kurd, Kêyhan Rozî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îsferayinê, Kiyraş Leşkerî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bokanê, Emîrhusên Qedemî li girtîgeha rêjîmê li bajarêBêhbehanê, Axpûr ku navê vê nehatiye zanîn li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bucnûrdê, Pencelî Îbrahîmî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Mahşehrê, Pêyman Xanî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Firdosê, Riza Beyatî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kaşmerê, Hesen Komrêyî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Gunabadê, Kerîn Gerayî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Taybadê û Mihemedriza Ebdullahî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Sariyê” hatine bidarvekirin.