Şanda rêxistinên NY rewşa Kobaniyê şopand

Dîroka Weşanê :
Şanda rêxistinên NY rewşa Kobaniyê şopand

PeyamaKurd- Şandeke ji Rêxistina Alîkariyê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Bernameya Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (WFD) serdana Kobanê kir û bi nûnerên saziyan re li ser rewşa koçberan axivîn.

Şanda ku ji dehan endamên Rêxistina Alîkariyê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Bernameya Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (WFD) pêk tê, îro 12ê Sibatê serdana bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Şandeyê bi nûnerên saziyên av, tenduristî, ceyran, perwerde, înternet û aborî re hevdîtin kirin. Nûnerên saziyan bandorên dorpêça li ser bajarê û rewşa koçberan bi şandeyê re parve kir. Ji wan xwest ku rewşê ji nêzîk ve bişopînin û bibin bersiv.

Piştî nirxandinên ser rewşa Kobanê ya di dorpêça giran de, şanda NY serdana dibistan, baxçeyên zarokan, firne û mizgeft ku koçber lê dimînin kir û rewşa wan şopand.