Medya Amerîkî: Ukraynayê peymana astiyê qebûl kir, tenê hûrgiliyên piçûk mane

Dîroka Weşanê :
Medya Amerîkî: Ukraynayê peymana astiyê qebûl kir, tenê hûrgiliyên piçûk mane

PeyamaKurd: Berpirsekî Amerîkî ji kanala CBS News re ragihand: "Ukrayniyan peymana aştiyê qebûl kir. Hinek hûrgiliyên biçûk hene ku divê bêne çareserkirin."

CBS Newsê, li ser zarê berpirsekî Amerîkî diyar kir ku hikûmeta Ukraynayê "peymana aştiyê" ya Amerîkayê qebûl kiriye ku êrîşên Rûsyayê yên nêzîkî 4 sal in didomin bide sekinandin.

Berpirsê Amerîkî da xuyakirin: "Ukrayniyan peymana aştiyê qebûl kir. Hinek hûrgiliyên biçûk hene ku divê bêne çareserkirin, lê wan peymana aştiyê qebûl kiriye."

Ev nûçe di demekê de hat ku Fermandarê Hêzên Bejahî yên Amerîkî Dan Driscoll, ji bo hevdîtina bi berpirsên Rûsî re li Ebû Dabî, paytexta Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (MYE/BAE) bû.

Berpirsekî leşkerî yê Amerîkî li Ebû Dabî ji CBS News re eşkere kir ku Driscoll îro jî bi nûnerên Rûs re danûstandinên bi seetan kirine û got: "Em gelekî geşbîn in. Driscoll geşbîn e. Ez hêvî dikim ku em ê di demek nêzîk de ji Rûsan bersivê bigirin. Ev pêvajo zû bi pêş ve diçe."