Bav dê û zaroka wan li malê bi çekê hatin kustin

Dîroka Weşanê :
Bav dê û zaroka wan li malê bi çekê hatin kustin

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê bavê bi navê Mehmet Kaya (37), jina wî Berna Kaya (33) û keça wan Samyeli Kaya (5) di mala xwe de gule bera serê wan dane û di mala xwe de mirî hatin dîtin.

Cîranên mala malbatê demekî dirêj agahiyê ji malbatê nestendin û do bi şev bi keyayê taxê re, çûn mala malbatê, derî vekirin û ketin hundir. Dîtin ku her sê kesên navborî di mal de hatine kuştin.

Muxtar xeberê da rayedaran û piştî wê, cenzeyan birin nexweşxanê. Piştî temamkirina karên fermî, cenazê Mehmet Kaya birin navça Stewrê (Savur) û li goristana gund de defin kirin.

Bo mijarê rohnî bikin, serdozgeriya bajêr tîmekî ji asayîşê wezîfedar kir da lêpirsîna bûyerê bike.

Wê cenazê dê û keçe bibin li bajarê Wanê defin bikin.