MHPê li ser pêvajoya aştiyê daxuyanî da

Dîroka Weşanê :
MHPê li ser pêvajoya aştiyê daxuyanî da

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Feti Yıldız derbarê pêvajoya aştiyê de got, "Ev mijar meseleyeke dewletê ye ku ji bo nîqaşê vekirî nîne, nayê paşxistin û nayê vegerandin."

Di daxuyaniyeke li ser platforma medyaya civakî X, Feti Yildiz diyar kir ku pêvajo nayê paşxistin û ev mijar "meseleyeke dewletê" ye.

Daxuyaniya Cîgirê Serokê MHPê wiha ye:

"Rêgeza Komara me zelal e: erkê me ye ku em beşdarî pêşxistina dewleteke demokratîk, laîk û civakî bibin ku li ser bingeha azadiyên takekesî, cudakirina hêzan, serxwebûna dadwerî û saziyên giştî yên bihêz ava dibe. Em ber bi armanca Tirkiyeyek bê teror, parastina rûmeta neteweya xwe û parastina rûmeta dewleta xwe ve diçin. Ev mijar meseleyeke dewletê ye ku ji bo nîqaşê vekirî nîne, nayê paşxistin û nayê vegerandin."