PeyamaKurd - Rêveberiya Agahiyên Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA) ragihand ku hefteya borî îxracata petrolê ya Iraqê bo Amerîkayê zêde bûye.
Li gorî daxuyaniya EIAyê, hefteya borî rojane 5.6 milyon bermîl petrol ji 9 welatan hatiye îtxalkirin.
Îxracata petrolê ya Iraqê bo Amerîkayê 242,000 bermîl zêde bû û gihîşt 326,000 bermîlan di rojê de, ji 83,000 bermîlan di hefteya borî de zêdetir bû.
Kanadayê rojane 3.731 milyon bermîl îxracat bo Amerîkayê kir, piştre Erebistana Siûdî bi 437,000 bermîlan û Meksîka bi 311,000 bermîlan.
Li gorî rêzê Brezîlya, Nîjerya, Venezuela, Lîbya û Kolombiya li pey hev hatin, di heman demê de îxracata Ekvadorê bo Amerîkayê hefteya borî sifir bû.